• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî şivanên Kurd kirin

Gulan Media August 29, 2022 Nûçe
Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî şivanên Kurd kirin

Li nahiya Leylan ya parêzgeha Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî şivanên Kurd kirin û di encamê de şivanek û çekdarek hatin kuştin.

Jêderekî ji pileya Emîd ji polîsa Kerkûkê ji K24ê re got, 2 çekdarên DAIŞê li nahiya Leylanê êrîşî ser 4 şivanan kir û pevçûn di navbera wan de derket. Di endamê de jî şivanek şehîd bû û çekdarekî DAIŞê hat kuştin û çekdarê din jî reviya.

Li gorî wî jêderî, ev şivanê şehîd bûye navê wî Zîrek Zahîr e û ji gundê Beyanlû ya ser bi nahiya Leylanê ve ye.

Nahiya Leylanê 19 km li başûrê rojhilatê bajarê Kerkûkê dikeve. Niştecihên wê Kurd in û Ereb jî di serdema partiya Beisê de lê hatin bicihkirin.

 

K24

Top