'Bi zêdebûna gefên Tirkiyê re çalakiyên DAIŞê li kampa Holê zêde bûn'
Berpirsê Pêwendiyên Navenda Feratê Welîd Çolî li ser operasyonên Asayişa Rêveberiya Xweser û HSDê yên di nav kampa Holê de got “ji dema ku Tirkiyê gef û operasyonên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde kirine, çalakiyên DAIŞê di nav kampa Holê de zêde bûne.”
Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji roja 25ê mehê ve, bi çekên giran û amûrên pêşketî, di nav kampa Holê de dest bi operasyoneke pişkinîn û kontrolkirinê kirine.
Di operasyonê de, bi dehan berguman hatine girtin, ku li gor daxuyaniyên berpirsên Asayiş û HSDê tohmetbarên metirsîdar di nav wan de hene. Herwiha hejmarek tunêl di nav konan hatine vedîtin û xetimandin.
Li gor amarên ku ji aliyê Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser hatine belavkirin, di 4 rojan de, 75 berguman hatine girtin, 33 konên vala hatine rakirin, 6 tûnêl hatine xitimandin.
Herwiha hat ragihand ku derketiye rastê ku DAIŞê 44 kesan di kampê de hatibe kuştin, di nav wan de 14 jin û 2 zarok ji hene.
Li aliyê din di dema kontrolê de di êrîşeke DAIŞiyan de 2 endamên Asayişê birîndar bûne.
Welîd Çolî, berpirsê pêwendiyên Navenda Feratê ya Lêkolînan, ji bajarê Qamişlo, ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got, ji dema ku Tirkiyê gef û operasyonên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde kirine, çalakiyên DAIŞê di nav kampa Holê de zêde bûne.
Berpirsê Pêwendiyên Navenda Feratê Welîd Çolî dibêje "Di nav kampa Holê de çalakî çê dibin, amadekarî tên kirin. Kîjan demê dewleta Tirk gefên xwe zêde dike, em li vî alî dibînin çalakiyên DAIŞ tên zêdekirin û Hol jî guh didê û bêhtir xurt dibe."
Ji Washinton, Lêkoler û şîrovekarê siyasî John Salih ji heman bernameya Radiyoya Rûdawê re got, divê Amerîka çend pêngavan derbarê kampa Holê de bihavêje.
Lêkoler John Salih anî ziman "Ji Amerîkayê tê xwestin ku niha hêzên taybet bişîne ji bo kontrola kampa Holê bikin, ji ber ku ev bar ji ser pişta Kurdan bê dûrkirin. Ya din jî divê malbat û zarokên DAIŞê ji penaberên Iraqî û Sûrî bêne veqetandin. Ev şaşitiyeke gelek mezin e ku sivîl bi malbatên DAIŞê re bin. Ya sêyem ji Amerîkayê tê xwestin çareseriyek ji vê kampê re bê dîtin."
Li gor daxuyaniyên berpirsên hêzên Asayiş û HSD, ev operasyon di nava kampê de dê berdewam be heta ku tevahiya kampê bê pişkinîn û berguman bên girtin û çavdêrî û kontrolkirina kampê bi temamî bên sepandin.
Rudaw
