• Sunday, 22 February 2026
logo

Prosesa biereb kirina Xaneqînê dîsa destpê kir

Gulan Media August 29, 2022 Nûçe
Prosesa biereb kirina Xaneqînê dîsa destpê kir

Rojane zêdetir ji 300 malbetên Ereb li Xaneqînê tên bicîhkirin.

Berpisê partiya demokrata Kurdistanê li Xaneqînê, Şêx Cefer Mistefa ragihand ku, prosesa biereb kirina Xaneqînê dîsa destpê kiriye û rojane zêdetir ji 300 malbetên Ereb li Xaneqînê tên bicîhkirin.

Cefer Şêx Mistefa eşkere kir ku, hikûmet, dadgeh û artêşa Îraqê jî piştîvanî û piştgîriya wan Ereban dikin û hana Erebên din didin ku li Xaneqînê nîştecîh bibin.

Nav hatî diyar kiriye ku ev planeke dijî Kurde û tevahiya gundên derdorê Xaneqînê jî hatine valakirin û dadgeheke formalîte jî hatiye avakirin û ev dadgeha han jî piştîvaniya wan Ereban dike.

Ev berpirsê PDKê eşkere kiriye ku wan hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî jî hayedar kirine û heta niha hikûmeta federalî ti daxuyaniyek nedaye û ti gavek jî neavêtiye.

Top