Hêzên Tirkiye gundên Şehbayê û Til Rifetê topbaran dikin
Artêşa Tirkiyê gundên Hesacik û Wehşiyê li navçeya Şehbayê û navenda bajarokê Til Rifatê topbaran dikin.
Hêzên Tirkiye gundên Hesacik û Wehşiyê li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê ji sibeha roja 29ê Tebaxê topbaran dikin.
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ji sibeha roja 29ê Tebaxê Hêzên Tirkiye gundên Hesacik û Wehşiyê li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê bi çekên giran topbaran dikin.
28ê Tebaxê jî, hêzên Tirkiyê gundê Şêx Îsa li herêma Şehbayê û derdora gundê Bînê li navçeya Şêrawa topbaran kirine.
Hêzên Tirkiye Til Rifat topbaran dikin
Li aliyê din ji sibeha roja 29ê Tebaxê ve, hêzên Tirkiye navenda bajarokê Til Rifatê topbaran dikin.
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ji sibeha roja 29ê Tebaxê ve, Hêzên Tirkiye navenda bajarokê Til Rifatê topbaran dikin, û heta niha jî ev topbaran berdewam dike, û zanyarî li ser zeraran jî nehatine dayîn.
24ê Tebaxê jî, hêzên Tirkiye bi rêya dronekê xaleke serbazî ya hêzên hikûmeta Sûriyê kiribûn armanc, di encam de 2 kesan cane xwe ji dest dabûn û 9 kesên din jî birîndar bibûn.
Rudaw
