• Monday, 16 February 2026
logo

Bûmelerza Kirmaşanê: 7 kes bûne qurbanî

Gulan Media November 25, 2018 Nûçe
Bûmelerza Kirmaşanê: 7 kes bûne qurbanî
Ligor zanyariyan di encam bûmelerzê de li bajarokê Serpol Zehawê yê Kirmaşanê de 7 kes di encama bûmerlerzê de bûne qurbanî.

Îro êvarê saet 19:37an de bi pîvana rîxterê 6.4 bûmelerzek li bajarokê Serpolê Zehawê yê Kirmaşanê rû da. Heriwsa ligor zanyariyan di encama bûmelerzê da 7 kes bûne qurbanî û gelek kes jî birîndar bûne. Ligel Serpol Zehawê, li bajarên weke, Sine, Ciwanro, Pîranşar, Qurwe, Pawe jî ketibûn bin pêla bûmelerzê. Ligor zanyariyên BasNewsê ji çavkaniyên herêmî stendine li gelek bajarên Rojhilat kahreba tûneye û xeta întenet û telefonê jî tuneye.

Di sala 2017an de bûmelerzek li Serpola Zehawê rû dabû û di encamê de zêdetir ji 1000 kesî wefat kiribû û bi hezaran kes jî birîndar bibûn.

Basnews
Top