• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Îlamê çiyayek hilweşiya; masîgirek wenda ye

Gulan Media August 28, 2022 Nûçe
Li Îlamê çiyayek hilweşiya; masîgirek wenda ye

Berî hefteyekê beşeke çiyayeke li ser Çemê Seymere ya li Îlam a Rojhilatê Kurdistanê bi ser welatiyekî de hilweşiya û heta niha malbata wî li benda dîtina cenazeyê kurê xwe ne.

Hewldanên roja şeşemîn a hêzên hawarçûnê û xwebexşan bi dawî hat lê heta niha cenazeyê masîgirê çiya bi ser de hilweşiyaye, nehatiye dîtin.

Êvara roja 22ê Tebaxa 2022an ciwanekî 24 salî li Çemê Seymere ya nêzîkî gundê Çem Nemişt a Dêreşarê masî digirtin lê çiyayê li ser çem hilweşiya.

Berpirsê Saziya Heyva Sor a Dereşarê Bazwend ragihand ku ji ber hilweşîna çend kîlometre ji çiyayî, lêgerîna wî welatî zehmet bûye.

Piştî bûyerê hêzên berevaniya sivîl çûne cihê bûyerê û dest bi hewldana rizgarkirina wî masîgirî kirin.

Rêveberê Kontrolkirina Qeyranan a parêzgeha Îlamê Mecîd Bîglerayan ragihand, guman heye ku çiya, ji ber teqandina dînamît yan jî madeyên din ên teqemeniyê ji aliyê wî masîgirî ve hilweşiyabe lê lêkolîn berdewam in.

Bûyer li herêmeke dijwar û bê rê rû daye, ji ber wê jî tevgera hêzên berevaniya sivîl zehmet e.

 

Rudaw

Top