New York Times: Iraq dabeş dibe
Di raportekî rojnamevanî de, rojnameya New York Times a Amerîkî, perde li ser rastî û metirsiyên rewşa naha ya Iraqê radike û radigehîne: ‘’Iraq ber bi dabeşbûnê ve diçe û sîstema siyasî û hukimranî felc bûye.’’
Di heman raportê de tê gotin: ‘’Sîstema siyasî li Iraqê dawî hatiye û ew welate rastî felcbûna siyasî û ewlehiyê hatiye. Desthilata dadwerî û dadgeh li Iraqê serbixwe nînin û hatine kontrol kirin.’’
Herwaha dibêje: ‘’Naha Iraqê bûye du enî, yek ji wan li gel wê yekê de ne ku Iraqê bikin Îran, yê din jî dijatiya wê dikin û ev jî metirsîdar e û Iraq ber bi kawilbûneke zêdetir û şerê navxweyî ve dibe.’’
Rojnameya Amerîkî bi lêkolîn û wergirtina nêrîna şarazayan û berpirsan ve aşkera dike ku: ‘’Dubare kirina helbijartinan û nûjen kirina destûrê û guhertina yasaya helbijartinan ne çareseriye. Ji ber ku berevajî wê wê demê dê agirê şerê navxwe bê pêxistin û ew dê emrêwaqiî be.’’
Herwaha dibêje: ‘’Kurd li Herêma Kurdistanê û erebên sunne ji rewşê ditirsin û piraniya wan li gel dabeş kirina Iraqê ne ku bibe 3 pêkhateyên serekî yên wek ‘’Kurd, Şîe û Sunne’’ û di rastiyê de jî take çareserî ew e. Ji ber ku siyaseta Amerîkayê ji sala 2003 heta naha şikest xwariye, ku xwest Iraqekî yekgirtî ya demokratîk û pêşketî ava bike. Ji ber wê jî take çareserî dabeşbûna Iraqê ye.’’
Basnews
