• Sunday, 22 February 2026
logo

Jineke 38 salî li Hesekê bi motorsîkletê bûzê difroşe

Gulan Media August 27, 2022 Civakî
Jineke 38 salî li Hesekê bi motorsîkletê bûzê difroşe

 Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jineke 38 salî, bi motorsîklêta xwe bûzê difroşe, daku debara malbata xwe pê bike.

Diya Zêneb jineke 38 salî ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, bi motorsîklê xwe ya sê taker bûzê tîne, li gundewarên Hesekê digere û bûzê difroşe daku debara malbata xwe bike.

Bûzfiroş Diya Zêneb dibêje "Cara yekem dema ez çûm kargeha bûzê ku bûzê bîn im, xelkê çavên xwe wiha vekiribûn, li cem wan tiştekî ecêb bû, çawa jinek motor bajo. Hinke ji wan bimin dikeniyan, hinekan jî destxeşî li min dikir."

Berê diya Zênebê mûm û hinek keresteyên xwarinê difrotin, ji ber rewşa elektrîkê ya xerab li parêzgeha Hesekê û germaya zêde ya havînê xelkê ji wê daxwaz kir bûzê ji wan re bîne.

Diya Zêneb got jî "Carna em demjimêr yekê şevê diçin kargehê, dema germ be bûz kêm dibe û em diçin daku zû ji wir bûza xwe bînin. Herdem xwdiyên kargehan berî her kesî min birê dikin, dibêj in taybetmendiyeke jinê heye di karekî wiha de."

Piştî rojeke dirêj ji kar û westabûnê, Um Zêneb derdora 10 hezar lîreyên Sûrî qezenc dike, ku derdora 2 dolar û 20 sentan dike, bi vî awayî tekez dike ku ti sînor ji kar û xebatan jinê re nîn in.

 

Rudaw

Top