Aliyev: Artêşa Azerbaycanê li Laçînê bicih bû
Serokê Azerbaycanê Ilham Aliyev ragihand, artêşa Azerbaycanê piştî demeke dirêj bo yekemîn car li bajarê Laçînê ku herêma Nogorno Karabaxê girêdide Ermenistanê bicih bûye.
Ilham Aliyev îro di twîttekê de ragihand, artêşa Azerbaycanê îro li bajarê Laçînê bicih bûye û du gundên Zabux û Susê yên li korîdora Laçînê jî ji aliyê hêzên wî welatî ve hatine kontrolkirin.
Serokê Azerbaycanê ji ber wê yekê pîrozbahiyê li niştecihên Laçînê û xelkê Azerbaycanê kiriye.
Aliyev wiha dibêje, “Îro 26ê Tebaxê em-Azerbaycanî-vegeriyan bajarê Laçînê. Artêşa Azerbaycanê niha li bajarê Laçînê bicih bûye. Gundên Zabux û Susê hatine kontrolkirin. Ez bi vê helkeftê pîrozbahiyê li niştecihên Laçînê û xelkê Azerbaycanê dikim.”
Hêj aliyê Ermensitanê û Rûsyayê derbarê wê pêşhata nû ya li herêmê ti daxuyanî nedane.
Di çarçoveya rêkeftina agirbestê 10ê Cotmeha 2020an a navbera Azerbaycan û Ermenistanê de, korîdora Laçînê di kontrola hêzên aştîparêz ên Rûsyayê de dibe û dê ew hêz bo dema 5 salan li herêmê bimînin, herwiha dê di korîdora Laçînê re rêyeke nû ya hatin û çûnê di navbera Stepanakert-Laçîn-Gorîs de bê avakirin ku hêzên Rûs dê ewlehiya rêya nû biparêzin.
Azerbaycan û Ermenistan ji 27ê Îlona 2020an de bo cara duyem li ser herêma Nogorno-Karabaxê şer kirin, ku bi şikesta Ermenistanê dawî li şer hat û her du aliyan bi navbeynkariya Rûsyayê di 10ê Cotmeha 2020an de rêkeftina agirbestê îmze kirin.
Sala 1992 û di şerê yekem ê Nogorno-Karabaxê de kontrola Laçînê ketibû destê Ermenistanê.
Laçîn pêştir bajarekî Kurdan û navenda navçeya otonom a Kurdistana Sor di salên destpêkê yên Yekîtiya Soviyetê de bû.
Di salên 1992 de û di dema şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de careke din hejmarek Kurd li Laçînê kom bûn û Komara Serbixwe ya Kurdistana Sor ragihandin, lê ji ber nebûna ti bingeheke aborî, îdarî, siyasî û herwiha ji ber koçberbûna Kurdan li herêmê, ragihandina serxwebûna Kurdistana Sor bê encam ma.
Kurdistana Sor ji bajarê Kelbajar, Laçîn, Qubadlî û Zengilan pêkdihat.
Rudaw
