Mano Xelîl di lîsteya 101 kesî ya Festîvala Cannes de cih girt
Derhênerê Kurd ê navdar Mano Xelîl, ji aliyê Festîvala Cannes a Sînemayê wek yek ji berbijêrên herî baş ku di warê sînemayê de kar kirine, hat hilbijartin û di lîsteya 101 kesî ya wê festîvalê de cih girt.
Festîvala Cannes ya Sînemayê her sal 101 baştirîn kesên ku di warê Sînemayê de kar kirine hildibjêre, ji bo îsal kesek ji Rojavayê Kurdistanê û 3 kesên din ji Sûriyê jî di nava wan kesan de ne ku hatine hilbijartin.
Kesê ji Rojavayê Kurdistanê, derhênerê Kurd Mano Xelîl e.
Sê kesên din ên Sûrî ku navê wan di lîsteya 101 kesî ya Festîvala Cannes ya Sînemayê de hatine, ev in: Kînda Elûş, rojnamevan Lana Cindî û produser Irwe Nêrebiye.
Derhênerê Kurd Mano Xelîl ji Rûdawê re got, medyaya hikûmeta Sûriyê tenê 3 kesên din wek Sûrî nîşan daye û navê wî ji wê lîsteyê hatiye derxistin.
Mano Xelîl herwiha diyar kir, li cem wî cihê kêfxweşiyê ye ku medyaya hikûmeta Sûriyê ew yek kiriye, ji ber ku ew bi rêya nîşandana fîlma Cîran tawanên rejîma Sûriyê nîşan dide.
Rudaw
