• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka hêzên xwe xiste amadebaşiyê

Gulan Media August 25, 2022 Nûçe
Amerîka hêzên xwe xiste amadebaşiyê

Li Sûriye û Îraqê hêzên han ketine amadebaşiyê.

Li gor nûçeyeke kanala Huriye ya Îraqê, Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî ragihandiye ku li Sûriye û Îraqê tevahiya hêzên Amerîka û hêzên hevpeymanan ketine amadebaşiyê bo rûbirû bûna her cure êrîşekê.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hêzên Amerîkî û hevpeymanan li Sûriye û Îraqê ketine amadebaşiyê û amadene ku bersifa her cure êrîşekê bidin.

Ev biryara han piştî vê yekê hat ku duhê Amerîka li Dêra Zorê ya li Sûriyeyê êrîşî ser çend navendên leşkerî yên Îranî û komên çekdar yên Îranî kiribû.

Top