Ranye - Hemwelatiyek li qata duyem a mizgeftê de ket û jiyana xwe ji dest da
Şeva borî hemwelatiyekî bit emen li mizgefta nahyeya Çarqurne ya ser bi qeza Ranyeyê ket û jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê polîsê Raperîn Şoreş Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî, terme hemwelatiyekî bi temen, ku rûniştvanê nahyeya Çarqurne ye û navê wî Hemed Îbrahîm e gehandin nexwaşxaneya giştî ya Ranya.’’
Herwaha got: ‘’Li gor gotinên kesûkarên wî, rojane xizmeta mizgefta taxa xwe kiriye û di dema paqij kirina tebeqa duyem a mizgeftê de ketiye û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.’’
Basnews
