• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 4 mehan de 14 festîval û konser hatin qedexekirin

Gulan Media August 24, 2022 Nûçe
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 4 mehan de 14 festîval û konser hatin qedexekirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van demên dawiyê de bi bihaneyên curbicur 14 konser, festîvalên navdewletî û şanoyên Kurdî hatine qedexekirin. Hinek ji wan konseran bi bihaneyên siyasî, civakî û mezhebî hatine qedexekirin. Qedexekirina festîval û konseran rastî nerazîbûnên siyasetmedaran jî hatin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tevî qedexeya li ser çalakiyên hunerî ya ji bo rêkarên koronayê hatiye rakirin jî lê di nava çar mehan de 14 festîval û konser hatin qedexekirin.

Konser û festîval bi bihaneyên weke; qirêjkirina derdorê û dengê zêde, gilî û gazindên welatiyan û rêkarên ewlekariyê tên qedexekirin. Piraniya kesên ku daxwaza qedexekirina van festîval û konseran dikin jî, endam û berpirsên terîqetên olî ne.

Konsera Aynur Dogan li Kocaelî 

Şaredariya Derince ya Kocaeliyê konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan ya biryar bû 20/05/2022an bihata lidarxistin, bi bihaneyên siyasî qedexe kir. Piştî vê konsera Dogan ya Bursayê jî hat qedexekirin.

Konsera Metîn û Kemal Kahreman li Mûşê 

Konsera her du birayan Metîn û Kemal Kahraman ya biryar bû roja 27/05/2022an li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê bihata sazkirin, ji aliyê parêzgariyê ve hat qedexekirin.

Konsera Kurd Mem Ararat li Bursayê 

Hunermendê Kurd Mem Ararat li ser hejmara xwe ya medyaya civakî “Twitter” daxuyaniyek da û diyar kir ku konsera wî ya ku dê di 29'ê Gulanê de li Navenda Kongre û Çandê ya Bursayê Merinos Ataturk bihata kirin, ji aliyê Walîtiya Bursayê ve bi hinceta "ewlehiya giştî" hatiye betalkirin.

Konsera Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê 

Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya biryar bû 21-24/07/2022 bihata lidarxistin, ji aliyê Parêzgariya Dêrsimê hat qedexekirin.

Festîvala Zeytînlî Rock 

Festîvala Zeytînlî Rock ji sala 2005’an ve her sal de dihat sazkirin. Îsal biryar bû 17-21.05.2022 bihata lidarxistin, ji aliyê qeymiqamtiya Burhaniye ve bi bihaneya gazindên welatiyan hene hat qedexekirin.

Festîvala Jîngehê ya Kazdagê 

Festîvala Jîngehê ya Kazdagê ku biryar bû 22-26.07.2022an bihata sazkirin, ji aliyê parêzgariya Balikesîrê ve hat qedexekirin.

Konserên Apolas Lermî 

Sê konserên hunermendê Laz Apolas Lermî yên 25.05.2022an, ji ber nûçeyên ku gel gazindan dikin hatin qedexekirin.

Konsera Milyon Fest Fethiye 

Biryar bû îsal 16 hunermend beşdarî festîvala Milyon Fest Fethiye bibûna ku ji aliyê şaredariya Fethiye ve wê ji 1’ê Îlonê heta 4’ê Îlonê bihata lidarxistin. Lê festival ji aliyê Parêzgariya Muxlayê ve hat qedexekirin.

Ji bivî van konser û festîvalan, Festîvala Anadolu Fest, Festîvala Mûzîkê ya Zongudak Kozlu, Festîvala Gokçeada ya Dayîka Meryem, Festîvala Rêya Çandê ya Paytextê, Çalakiyên Biharê yên Zanîngeha Teknîkî ya Yildizê, Çalakiyên Buharê yên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn, konsera hunermend Melek Mosso, Konsera Niyazî Koyuncû û gelek şanoyên Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin qedexekirin.

Qedexekirina konser û festîvalan rastî nerazîbûnan hat. Serokê CHPê Kemal Kilidaroglu ragihand ger parêzgar li ser qedexekirinê berdewam bin, wê bi milyonan kesî li beramberî xwe bibînin. Kiliçdaroglu got ku divê parêzgar yên dewletê bin.

 

K24

Top