• Sunday, 22 February 2026
logo

Şandeke Amerîkî li Kobanî ligel Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser dicive

Gulan Media August 24, 2022 Nûçe
Şandeke Amerîkî li Kobanî ligel Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser dicive

Îro Çarşembî 24ê Tebaxa 2022an şandeke Amerîkayê li bajarê Kobanî ligel Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a li herêma Kobanî dicive.

Çavkaniyeke taybet ji Kobanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, piştî du rojan ji civînên şanda Amerîkî li gel fermandariya HSDê li Kobanî, şand îro dê bi Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Kobanî re bicive.

Şanda Amerîkî roja Duşembê 22ê Tebaxê gihiştibû Kobanî û ligel berpirsên serbazî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li herêmê civiyabûn.

Li gor zanyariyên taybet ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, şanda Amerîkî dê serdana Minbicê jî bike û ligel saziyên serbazî û rêveberiya sivîl a li herêmê bicive.

Amerîkayê û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, herwiha Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê derbarê serdanê de ti agahî belav nekirine.

Ev serdana şanda Amerîkayê bo Kobanî di demekê de ye, ku gefên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bo lidarxistina operasyoneke nû ya leşkerî berdewam in û êrîşên Tirkiyê yên bi dronan û bi topbaranê bo ser herêmê zêdetir bûne ku di encama wan êrîşan de hejmarek welatiyên sivîl û fermandarên pilebilind ên HSDê canê xwe ji dest dane.

 

Rudaw

Top