Li Pakîstanê ji ber barîna barana tund û zêde 15 kes mirin
Li eyaleta Sîndh ya Pakîstanê ji ber barîna barana zêde û tund 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya çapemeniya netewî ya Pakistanê, li Sukkur, Şîkarpûr û herêmên cuda yên eyaleta Sîndh baranên muson yên bi bandor jiyan bi awayekî neyînî bandor kiriye.
Di seranserê eyaletê de ji ber barana zêde hindek avahî hilweşiyan û 15 kesên di bin avahiyan de man jiyana xwe ji dest dan.
Rayedaran ragehand heta naha li eyaletê 900 hezar kes ji ber baranê bandor bûne û 26 hezar û 600 mal û avahî jî hilweşiyane.
Rayedaran diyar kirin 37 hezar û 500 kes di konên ku ji bo alîkariyê hatin vedan de bi cîh bûne û herwaha 800 dewar jî telef bûne.
Wezîrê derve Bîlaval Bûtto Zerdarî bangawezî li netewên yekbûyî (NY) kir û ji wan alîkarî xwast.
Basnews
