• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokê herêmê û balyozê Japonê civiyan

Gulan Media August 23, 2022 Nûçe
Serokê herêmê û balyozê Japonê civiyan

Behsa têkiliyên Japonê yên li gel Îraq û Kurdistanê hate kirin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Bexdayê Kotaro Suzuki kir û di civînê de giftûgo li ser têkiliyên Japonê yên li gel Kurdistan û Îraqê hate kirin.

Her di heman civînê de giftûgo li ser pêşhat û rewşa dawî ya Îraqê hate kirin û balyozê Japonê ev yek diyar kir ku, welatê wî berdewam dibe li ser hevkarî û piştîvanî kirina Îraq û herêma Kurdistanê.

Nav hatî herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê diyar kir û rola Nêçîrvan Barzanî jî ya bo lihev nêz kirina aliyên siyasî yên Kurdistanê bilind nirxand.

Di berdewamiya civînê de Serokê herêmê jî spasiya Japonê kir ku, bi rêya ajansên xwe yên fermî hevkarî û piştîvaniya herêma Kurdistan û Îraqê kiriye û hêviya berdewamî û zêdetir bûna kar û çalakiyan bo Japonê li Îraq û herêma Kurdistanê de xwest.

Rewşa siyasiya Îraqê, fêde wergirtin ji derfetan, aştî û aramiya deverê, gefên terorê, mijara nûjen kirina wan sekteran ku Japon têde dikare kar bike, mijarên din yên civînê bûn.

Top