Serok Barzanî: Gelê Kurd xwedan dozeke revaye
Li gel Konsulusê nû yê Amerîkayê civiya.
Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks kir.
Di civînê de Konsulusê nû yê Amerîkayê rêzdariya xwe ya li hember rol, xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya bo gehêştin bi azadî û rûbirû bûna dîktatoriyetê diyar kir û ragihand ku gehêştin bi bextewerî û azadî du xalên hevbeş yên di navbera gelên Amerîka û gelê Kurdistanê dene.
Serok Barzanî jî ev yek diyar kir ku, gelê Kurdistanê xwedan dozeke revaye û bo vê doza han jî amadeye her cure qurbaniyek bide.
Di civînê de tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên navbera her du aliyan de hate kirin û Konsulusê nû yê Amerîkayê jî behsa hevkarî û hemahengiyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir bo pêşde birina kerta taybetû afirandina derfetên karî bo welatiyan.
