Kerkûk- Bavê heft keçan li Kerkûkê xwe kuşt
Îro li Kerkûkê zilamekî ku bavê 7 keçan e bi werîs dawî bi jiyana xwe anî.
Di vê derbarê de efserê navenda polîsê Rûbeyî li Kerkûkê lîwa Ednan Mihemed ji BasNewsê re ji re ragehand ku, îro Sêşemê 23.08.2022ê li taxa Raperîn a bajarê Kerkûkê zilamekî bi 7 keçên wî hene rêya werîsekî xwe xeniqandiye.
Herwiha Ednan Mihemed da zanîn ku ew zilam çûye ser banê mala xwe û xwe kuştiye, li gor lêkolînên destpêkê ew zilam hejar û derûniya wî nebaş bûye û xwe kuştiye.
Herwiha ligor zanyariyan zilamê 40 salî ji ber xizaniyê întîhar kiriye.
Basnews
