Helwesta Serok Barzanî di şerê navbera YNK û Tevgera Îslamî de
Serok Barzanî gotCebar Ferman serkirdeyê YNKê ku wê demê Wezîrê Pêşmerge bû, heqaret li serkirdeyekî Îslamî kiriye.
Di rûpelên 224 heta 226 ji cildê pêncem a pirtûka (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd. Serhildan, derfet û astengî) ku behsa bûyerên salên 1991-2002an dike, Serok Barzanî behsa destpêkirina şerê navbera Tevgera Îslamî û YNKê dike. Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Di 22.12.1993 de di navbera YNK û tevgerê de şer û pevçûn dest pê kir, di 25.12.1993an de tevger bi temamî têk çû.
Di beşeke ji rûdanên şer û pevçûnan de Serok Barzanî eşkere kir ku piştî girtina baregeha Tevgera Îslamî li Betwata (sînorê Ranyayê) Serokê Tevgera Şêx Osman Ebdulezîz dîl hatiye girtin. Serok Barzanî dibêje: “Min ji Polîtburoya ya YNKê xwest ku heqaretê li Mela Osman neke û ji min re bişîne. Mekteba Siyasî ya YNKê razî bû, lê Cebar (Cebar Ferman) red kir ku Mela Osman ji min re bişîne, piştre min di nameyekê de Cebar agahdar kir ku me ligel Mekteba Siyasî li hev kiriye ku Mela Osman ji me re bişîne Kosret Resûl û Ehmed Çelebî jî di vê yekê de rolek baş lîst.”
Di heman pirtûkê de Serok Barzanî eşkere kir ku Cebar Ferman heqaret li Serokê Tevgera Îslamî Mela Osmanî kiribû û wiha nivîsiye: ‘’Şeva 28-29ê Kanûna Pêşîn a 1993ê Mela Osman ligel zarokên xwe gihişte Mesîfê Selahedîn. Ji bo ku wî teselî bikim, 2-3 rojan min nekarî serdana wî bikim û wî bibinim. Min ji riha wî ya spî û ji heqareta ku Cebbar ferman li wî kiribû şerm kir. Ji bo min pir zehmet bû ku heqaret li mirovekî wiha birûmet û xwedan kesayet werekirin.”
Basnews
