• Sunday, 22 February 2026
logo

Muqteda Sedir: Sedemê hilweşyana tirbeya Kerbelayê gendelî ye

Gulan Media August 22, 2022 Nûçe
Muqteda Sedir: Sedemê hilweşyana tirbeya Kerbelayê gendelî ye

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz ji hikûmeta federal kir, demekî kurt de lêkolîna derbarê hilweşîna tirbeya Kerbelayê de bike û got, careke din guman heye ku sedem gendelî be.

Sedir di tora xwe ya civakî twitterê de, derbarê hilweşîna girê ser tirbeya Qetare ya Îmam Elî li Kerbelayê, ku hejmarek kesên serdana tirbeyê kirine di bin xirbeyan de bûne qurbanî, nivîsand careke din gumanên hebûna gendeliyê bûne sedem ji bo hemwelatiyên sivîl di vê bûyera Qetare de bibin qurbanî. Lê vê carê gendeliyê cîhên xwedê yên perestgehan jî li xwe girtiye.

Sedir diyar kir, wekî ku serxweşiyê ji bo qurbaniyan em dikin, daxwaz ji hikûmetê dike, demekî zû de lêkolînê destpê bike, ku rastî bên aşkera kirin û êdî wekî ku saziyên dewlet û wezaretan de pêktê, gendelî careke din li mizgeft û cîhên îbadetê li xwe negre û nekeve wan deveran.

Îşev rêveberiya berevaniya şaristaniyê li Kerbelayê ragehand ku bi dehan tîmên hewarçûnê û berevaniya şaristaniyê, li çend parêzgehên Iraqê ve ji bo hewarçûna kesên asê mane geheştine cîhê bûyera hilweşyayî û herwaha tûpên oksîjenê gehandina wî cîhî, ku ewên di bin xirbeyan de asê mane û heta naha hejmarek term û birîndar hatine derxistin.

 

Basnews

Top