• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Yemenê ji ber brûskê li wan da 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media August 22, 2022 Nûçe
Li Yemenê ji ber brûskê li wan da 13 kesan jiyana xwe ji dest dan

 Li bajarên Hacce û Amran ên li bakurê Yemenê, di 24 demjimêrên borî de ji ber brûskê li wan da 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ajansa SABA ya ser bi Husiyên Yemenê, li hin herêmên bajarê Hacce ji ber brûskê li wan daye 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 8 kesên din jî birîndar bûne.

Herwaha li gor nûçeya malpera September Net a ser bi Husiyan jî ragehandiye, li bajarê Amran a Yemenê, di dema taziyeyekî de brûskê lêdaye û 6 jinên Yemenî jiyana xwe ji dest dane, 13 kesên din jî birîndar bûne.

Roja 12ê Tebaxa îsal jî Netewên Yekbûyî ragehandibû, ji ber barîna baranên tund û rabûna lehiyan 77 kesan li Yemenê jiyana xwe ji dest dane.

 

Basnews

Top