Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge
Konsulusê Brîtanyayê li gel wezîrê pêşmerge civiya.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, şandeke Brîtanî bi Serokatiya Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê David Hentt serdana wezareta pêşmerge kiriye û ji aliyê wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl ve hatiye pêşwazîkirin.
Di civînê de ku çend Şêwirmendên leşkerî yên Brîtanî jî têde beşdar bûne, behsa rewşa meydanî ya şerê dijî DIŞIê, hevkarî û hemahengiya navbera pêşmerge û artêşa Îraqê û herwiha prosesa reforman yên di nava wezareta pêşmerge de hatiye kirin û şanda Brîtanî ev yek diyar kiriye ku Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina wezareta pêşmerge.
