Endama Nûneratiya Rêveberiya Xweser: Em gefên Tirkiyê cidî dibînin
Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê Zehiye Alareşî derbarê egera êrişeke Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de got: “Em gefên Tirkiyê cidî dibînin.”
Li gor zanyariyên ku derketine, Tirkiyê jinavbirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi temamî li nav xaka Sûriyê wek mercekî sereke ji bo danûstandinê ligel hikûmeta Sûriyê pêşkêş kiriye. Lê pisporên rewşa Sûriyê dibêjin, piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya navdewletî hêzên HSD ji her êrîşeke Sûriyê biparêze.
Bandora her lihevhatinekê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, bi navbênkariya Rûsyayê, li ser Rojavayê Kurdistanê bi giştî û Rêveberiya Xweser û HSD bi taybetî bûye rojeva sereke.
Encamên sereke yên lihevhatina herdu welatan dê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê bandorê bihêlin.
Di vê derbarê de, Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê Zehiye Alareşî ji heman bernameya Radyoya Rûdawê re got Rêveberiya Xweser vê gefê cidî werdigire.
Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Herêma Kurdistanê Zehiye Alareşî got: “Em li gefên Tirkiyê bi rengeke sivik lê nanêrin, em wan gefan cidî dibînin, lê em gelek hêsan nabînin. Eger hat êriş pêk were, gelek encamên wê yên xirab hebe. Dê bibe sedema koçberbûneke gelek zêde.”
Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) Muhsin Tahir ji Bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re got lihevkirin di navbera Tirkiyê û Sûriyê de bê heftêgihiştinên navdewletî nabe.
Endamê Polîtbîroya PDKS Muhsin Tahir dibêje: “Rêjima Sûrî nikare serê xwe nêzîkî Tirkiye bibe, biryar ne di destê rejîmê de, lê biryarê zêdetir di destê Rûsya û Îran de ye. ”
Li gor zanyariyê ku derbarê şer û mercên Tirkiyê û Sûriyê ji bo lihevhatinê de derketine, Tirkiyê jinavbirin Hêzên HSD bi temamî li nav xaka Sûriyê wek mercekî sereke ji bo danûstandinê ligel hikûmeta Sûriyê pêşkêş kiriye. Lê hin çavdêr dibêjin, piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya navdewletî hêzên HSD diparêze.
Rudaw
