• Monday, 16 February 2026
logo

Konsulê Tirkiyê yê li Kurdistanê: Em giringiyeke mezin didin pêwendiyên dualî

Gulan Media November 21, 2018 Nûçe
Konsulê Tirkiyê yê li Kurdistanê: Em giringiyeke mezin didin pêwendiyên dualî
Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê, Hakan Karaçay ragihand, Tirkiye giringiyeke mezin dide pêwendiyûn aborî û bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re û got, ew dixwazin ew pêwendî bêne pêşxistin û tekez kir, ku bow ê çendê pêwîst e hin pêngav bêne avêtin.



Îro li Hewlêrê yekemîn pêşangeha berhemên çandinî û xwarinê dest pê kir û Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê jî têde beşdar bû.



Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê, Hakan Karaçay di pêşangehê de daxuyaniyek kurt da medyayê û ragihand, ku ew weke Tirkiye gelek girîngiyê didin peywendiyên bazirganî û aborî yên dualî yên bi Herêma Kurdistanê re û got, di vî warî de dê pêngavên girîng jî bêne avêtin.



Hakan Karaçay diyar kir, ku niha 1600 kompaniyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin û got, hewlên wan berdewam in da ku peywendiyên aborî û bazirganî yên li gel Herêma Kurdistanê bêne xurtkirin.



Karaçay wiha axivî: “Em gelek girîngiyê didin peywendiyên aborî yên dualî. Her weke ku tê zanîn, peywendiyên xurt ên bazirganî û aborî yên Tirkiyê û vê navçeyê bihev re hene. Niha 1600 kompaniyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin. Em hêvîdar in ku bi van pêşangehan re, hejmara kompaniyên li Tirkiyê zêdetir bibe. Niha 81 kompanî beşdarî pêşangehê bûne ku 60 ji wan kompaniyên Tirkî ne.



Em hêvîdarin ku peywendiyên me yên aborî li gel vê navçeyê û li gel Iraqê xurtir bibin. Ev pêşangeh tenê beşeke ji wan peywendiyan in. Hinek pirsgirêkên teknîkî yên weke baca dualî heye. Hinek gavên pêwîst ên ku divê bêne avêtin jî hene. Di warê lojîstîkî de jî hinek pirsgirêk hene. Her wiha danîna sê xalên din ên pişkinînê. Em hêvîdar in ku peywendiyên me yên aborî û bazirganiyê zêdetir û xurtir bibin.”



Rudaw
Top