• Sunday, 22 February 2026
logo

WAN - Axgol bi temamî ziwa bû

Gulan Media August 21, 2022 Nûçe
WAN - Axgol bi temamî ziwa bû

Axgola li navçeya Qelqeliyê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku rûberê wê 4 hezar û 70 donim e, ji ber hişkesaliyê bi temamî ziwa bûye.

Axgola ku demekê bihuşta flamingo û bi sedan curên balîndeyan bû, niha bûye erdekî şorax û bejî, ku otombîl li ser digerin.

Herçiqas sala 2022an berf û baraneke zêde bariya, lê dîsa jî Axgol ji bandora tund a hişkesaliyê xilas nebû.

undefined
Akademîsyenê Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu dibêje "Her ku germ zêde dibe di encamê de hilm jî zêde dibe. Dema hilm çêdibe asta ava golan dadikeve. Bandora hişkesaliya salên 2020 û 21ê heta niha berdewam e. Di encamê de golên weke Axgolê yên biçûk hişk bûn."

Pispor hişyariyê didin û dibêjin, dê bandora hişkesaliyê her ku biçe zêdetir bibe û li hemû cîhanê dê gol û çemên biçûk dê zêdetir hişk bibin.

Wêne: AA
Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu  got jî "Ji vir û pê de, dê qadên avî kêm bibin an dê hişk bibin. Ne tenê bo herêma me, li piraniya welatên cîhanê dê wiha be. Ji ber wê li herêma Gola Wanê li cihên bilind, ku pirsgirêka avê heye, mixabin dê çem û gol hişk bibin."

Gola Axgol, 30 kîlometran dûrî navçeya Qelqeliyê ye û çavkaniya ava wê berf û baran e. Wê golê salane, di demsala koçkirina teyr û balîndeyan de, mazûvaniya bi sedan cure teyrik û tilûran dikir, lê piştî hişkbûnê, teyrikan jî koç kirin.

 

 

Rudaw

Top