Hunermend Govar Enwer koça dawî kir
Akterê Kurd Govar Enwer di 44 saliya xwe de koça de ji ber nexweşiyê koça dawî kir
Hunermend Govar Enwer di sala 1978an de li taxa Kuranî ya Hewlêrê ji dayîk bûye, yekem karê wî yê hunerî di sala 1993an de bû, dema beşdarî şanoyeke li dibistana Îbn Xelqan bû.
Enwer di sala 1997an de di kurtefîlma "Ez Doktor im" de dest bi lîstikvaniya xwe kir, li Rêveberiya Hunerî ya Şanoyê kar kir, di pênc fîlmên ekranê û du kurtefîlman de beşdar bû, herwiha di 17 şano û 19 drama de jî lîstiye.
