• Monday, 16 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî: Iraqê rê da PKK li Şingalê bicîh bibe!

Gulan Media November 19, 2018 Nûçe
Sefîn Dizeyî: Iraqê rê da PKK li Şingalê bicîh bibe!
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê baş in.

Berdevkê hikûmetê Sefîn Dizeyî ji ajansa Anadolu re gotiye, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir bûne û niha jî şandeka Wezareta Darayî ya Kurdistanê li Bexdayê ye.

Sefîn Dizeyî li ser dubare hinartina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê re jî gotiye, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destpêka îsal ji Bexdayê re pêşniyar kiribû bila nefta Kerkûkê bi rêka boriya Kurdistanê re were hinartin lê wê çaxê hikûmeta Iraqê qebûl nekiribû. Piştî zêdetirî 10 mehan Bexdayê ew pêşniyar qebûl kir.

Li ser hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê jî, wî rayedarê hikûmeta Kurdistanê gotiye, Herêma Kurdistanê û Iraq û hêzên hevpeymaniya navdewletî li hev kiribûn ku ji bilî hêzên herêmî ti hêzeke din li Şingalê nemîne lê Iraqê ew rêkeftin binpê kir û rê da PKKê li wir bicîh bibe.

Sefîn Dizeyî daye zanîn ku ji ber hebûna hêzên PKKê, xelkê Şingalê nikarin vegerin ser mal û warê xwe.

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Enqerê jî Dizeyî gotiye, ruxmî hebûna hinek hevraz û berjêran lê pêwendiyên me baş in.

Basnews
Top