• Monday, 16 February 2026
logo

Cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê jineke 80 salî qetil kirin

Gulan Media November 12, 2018 Nûçe
Cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê jineke 80 salî qetil kirin
pere û zêrên wê jî dizîne
Komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê dest bi dizî û talaniyê li gundê Birc Ebdalo yê navçeya Şêrawayê kirin.

Li gor nûçeyeke bûyerpres cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê jineke bi navê Ayişe Henan a 80 Salî piştî ku pere û zêrên wê dizîne kuştine.

Jêderên herêmî ragîhandin ku zarokên malên hewil dan berevaniya xwe bikin,lê çekdaran ew girêdan û li wan dan.

Tê bi bîrxistin ku ji 18’ê Adara 2018’an ve bêhir 2 hezar û 500 sivîl hatine revandin û 850 sivîlan agahî ji wan nayêne wergirtin.
Top