Erdogan û Reîsî civiyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hevdîtinek pêk anîn.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Îranê ji aliyê Serokomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî bi merasimeke fermî hat pêşwazîkirin.
Hevdîtina ku li Qesra Sadabadê hat kirin bi qasî saet û nîvekê dewam kir.
Hevdîtin bêyî amadebûna rojnamevanan hat kirin û şandên herdu welatan jî di hevdîtinê de cî girtin.
Ligel Erdogan, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez, Wezîrê Werziş û Ciwanan Muharrem Ksapoglu, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Tehranê amade ne.
Erdogan duh bi şev li ser vexwendina Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî, bi mebesta serdanên fermî û beşdariya 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê gihîştibû Tehranê.
Biryar e îro Sêşemê 19ê Tîrmeha 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Tehranê bike û ew û Erdogan ligel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bicivin.
Rudaw
