Li Erebistana Siûdî êrişî balafirgehê hat kirin: 12 kes mirin û 309 kes birîndar bûn
Hûsiyan Balafirgeha Navdewletî ya Kral Xalid a li Riyada paytexta Erebistana Siûdî bi fuzeyan kir hedef.
12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 309 kes jî birîndar bûn.
Saziya Giştî ya Hewarvaniya Sivîl a Erebistana Siûdî (GACA) di vê derbarê de daxuyaniyek da û got:
Di êrişê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 309 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 4 jê welatiyên Erebistana Siûdî ne.
2 jê welatiyên Bangladeşê ne û yên din jî welatiyên DYA, Misir, Urdun, Sûriye, Fîlîstîn û Sûdanê ne.
Hat ragihandin ku rewşa hinek ji birîndaran girane û dermankirina wan di nexweşxaneyan de berdewam dike.
Piştî êrişê, li balafirgehê geştên balafiran bi awayekî demkî hatin rawestandin.
Gelek geşt hatin betalkirin an jî berê wan dan balafirgehên din.
Hêjayî gotinê ye di du êrişên berê yên di nava hefteyê de ku li ser heman balafirgehê hatibûn kirin.
Wê demê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Ronahi.tv
