• Monday, 23 February 2026
logo

Pkk ciwanekî Kurd revand

Pkk ciwanekî Kurd revand

Li devera Çomanê ev ciwanê han hatiye revandin.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me yê li deverê dane, duhê êwarê, gerîlayên PKK li navçeya Qesirê ya ser bi Çomanê ve ciwanekî Kurd revandine.

Ev ciwanê Kurd ku temenê wî 28 sale, dema li gel hevalên xwe bo lîstoka fotbolê çûye gundê Zergelê ya li quntarên Qendîlê ji aliyê pkkê ve hatiye revandin û dest jî li ser tirimbîla wî hatiye danîn.

Heta niha sedema vê revandinê nayê zanîn û çarenivîsa wî ciwanê han jî nediyare.

 

 

 

Top