• Monday, 23 February 2026
logo

Jackie Chan li Şamê dest bi girtina fîlmekê kir

Jackie Chan li Şamê dest bi girtina fîlmekê kir

Li bajarokê Hecer Eswed a ser bi Şam a paytexta Sûriyê, wêraniya ku ji ber şerê navxwe yê Sûriyê li vê derê çê bûye, wiha kiriye ku ew der bibe cihekî baş bo fîlmên sînemayî yên cîhanî.

Niha li bajarokê Hecer Eswed fîlmeke Çînî yê bi navê "Home Operation" an operasyona welat, tê girtin. Hejmarek lîstikvanên Çînî û Sûrî di fîlmê rol dilîzin. Çîroka fîlmê behsa operasyona rizgarkirina hejmarek welatiyên Çînî û diplomatên biyanî ji Yemenê ji aliyê leşkerên Çînî ve dike di destpêka şerê navxwe yê Sûriyê di 2015an de.

Endamê Tîma Fîlma "Home Operation"-Sûriyê Ziyad Elî got, “Îro me dest bi tomarkirina fîlma Çînî ya bi navê "Home Operation" kir. Tê de Hikûmeta Çînê 600 welatiyên xwe ligel 200 welatiyên biyanî ji welatekî Rojhilata Navîn derdixe, dema şerê navxwe li wî welatî dest pê dike. Ev fîlm behsa şer û tundûtûjiyê nake lê behsa hezkirin û aştiyê dike.”

Fîlm projeyeke hevbeş a Çînî û Îmaratî ye. Prodûserê fîlmê lîstikvanê cîhanî yê navdar Jackie Chan e ku bi xwe ne li vir e û derhênerê wê Yinixsi Song e ku ew jî derhênerekî Çînî yê navdar e.

Endamê Tîma Fîlma Home Operation Ridwan Şahîn anî ziman, “Navçeyên Sûriyê yên şer li wan çêbûne, bûne wek studyoyeke sînemayê. Êdî prodûser berê xwe didin vir. Amadekirina cihekî wiha ji bo fîlman gelek radiweste lê li vir studyoyeke hazir heye.”

Di 2014an de DAIŞê bajarokê Hecer Eswed kontrol kir ku hejmara xelkê wê nêzîkî 60 hezar kesan bû.

2018an piştî şerekî giran, hêzên Hikûmeta Sûriyê û grûpên ser bi wê careke din ev bajarok ji destê DAIŞê derxistin lê pirania avahiyên wê wêran bûne û xelkê wê derbider û koçber bûn.

 

Rudaw

Top