• Monday, 23 February 2026
logo

Goreke bikom ya leşkerên Misirî hat dîtin

Goreke bikom ya leşkerên Misirî hat dîtin

Misir jî daxwaza hûrgiliyan ji Îsraîlê dike.

Beriya du rojan çapemeniya Îsraîlê nûçeyek li dor hebûna goreke bikom ya leşkerên Misirî li Qudisê kiribû û nivîsandibû ku di şerê 6 rojî ya di navbera welatên Erebî û Îsraîlê de li Qudisê gelek leşkerên Misirê hatine kuştin û di goreke komî de hatine veşartin.

Piştî vê nûçeyê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî jî telefûna Serokwezîrê Îasraîlê kiriye û ji daxwaza hûrgiliyan li ser vê mijarê kiriye.

Serokwezîrê Îsraîlê jî soz daye daku aliyên têkildar pîwerdar bike li dor hebûna goreke wisa lêkolînan bikin û zaniyariyên pêwîst eşkere bikin.

Top