Rêveberê Programa Welatînameya Domînîkayê: Dayîna mafê welatîbûnê bo xelkê Herêma Kurdistanê dê dîsa dest pê bike
Rêveberê Programa Welatînameya Bi Rêya Veberanînê li Domînîkayê CBI Emmanuel Nanthan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re radigihîne ku wan bi sedema gumankirinê hestkirina ji hebûna sextekariyê di belgeyên hemwelatiyên ku ji Herêma Kurdistan û Iraqê daxwaza welatîname û paseporta Domînîkayê dikin, her wiha "bi sedema reklamkirina ne guncaw û reftarkirina hinek ofîsan li Herêma Kurdistan û Iraqê bi welatîname û pasaportên Domînîkayê" di demekê de ku "ew bi xwe ne birîkarên destûrdar in", bi awayekî demkî ew bername li Herêma Kurdistan û Iraqê rawestandine û her wiha diyar dike ku dayîna welatînameyê bo
Rêveberê CBI Emmanuel Nanthan ku roja 21.06.2022an li Domînîkayê ji şandiyê Rûdawê Roj Elî Zale re axivî, dibêje "bi rastî bi hezaran kes" ji şêniyên Herêma Kurdistan û Iraqê bûne hemwelatiyên Domînîkayê. Her wiha bi rêya Rûdawê peyamekê ji şêniyên Herêma Kurdistan û Iraqê re dişîne û dibêje "Ji kerema xwe ji me nexeyidin. Em tenê dixwazin piştrast bin ku bernameya me ji bo wan kesan e ku ji bo wan hatiye danîn".
Rûdaw: Sedema wê biryarê çi bû ji bo derxistina Kurdistana Iraqê ji bernameya welatînameya bi rêya veberanînê CBI?
Emmanuel Nanthan: Berî her tiştî, roj baş û hûn bi xêr hatin Domînîkayê. Dema ku hûn ji wê rêya dûr hatine vir, tê wateya ku ev mijar ji bo we û gelê Kurdistanê mijareke giring e. Ez dixwazim spasiya wan bikim ji bo piştgiriya wan ji bernameyê re di dema borî de. Ji sala 1993an ve, ev programa me heye. Ji bo me û wî karê ku em dikin hûrbînî pir giring e, lewra hûrbîniyeke me ya pir bihêz hebû. Hinek caran jî em şopandinê li wê proseya hûrbîniyê dikin, ev jî bi hevkariya hejmarek rêxistinên hûrbînîkirinê yên navdewletî û her wiha hevbeşên me yên navdewletî ku li zanyariyên me yên saloxgêrî dinêrin. Dibe ku hinek caran hin xal hebin ku cihê dilgiraniyê bin, lewma em radiwestin û şopandinê li wan dikin. Di dema borî de, piştgiriyeke me ya pir baş ji hêla gelê Kurdistanê û Iraqê ve hebû, hejmareke zêde ji xelkê wê navçeyê bûne hemwelatiyên Domînîkayê, bi rastî bi hezaran kes ji wan bûne hemwelatiyên Domînîkayê. Em bi vê pir kêfxweş in û spasiya wan jî dikin. Niha hinek dilgiranî hene û em jî hinek şopandinan dikin da ku em piştrast bin ku proseya hûrbîniyê karê xwe dike û her wiha da ku em piştrast bin kesên ku daxwaza welatîname û pasaportan dikin, bi xwe ne. Bi serkeftina programê re, hejmarek kes derdikevin holê û xwe wek birîkar nîşan didin. Niha çend kes beşdarî reklamê dibin ji bo beşdarî programa welatînameya bi rêya veberhênanê bibin, di demekê de ku ew bi xwe ne birîkarên destûrdar in û reklamên wan bi awayekî ne ku bi şêwaza bangewaziya me ji bo bernameya ne re naguncin. Bernameya welatînameya bi rêya veberhênanê bernameyeke pir bilind e û ji bo wan kesan e ku xwediyên sermayeyeke mezin in. Kesên ku beşdarî wê bernameyê dibin jî, divê kesên serkeftî bin û xwediyên navûdengekî baş bin. Lê em niha dibînin reklamên ku bi rêya peyamên mobaylê û Facebookê li wê deverê tên kirin, bi awayekî ne ku em naxwazin bi wî awayî bên naskirin. Lewra em niha dişopînin û bernameyê radiwestînin û ravekirineke tevahî dikin da ku em bizanin ka em çawa dikarin berdewam bikin. Em ê piştî pêkanîna lêkolîneke tevahî û piştrastbûna ji kesên ku xwe wek birîkar didin nasîn, bernameyê ji nû ve bidin destpêkirin, çimkî niha hejmareke mezin a mirovan mijûlî vî karî ne, di demekê de ku li cem me wek birîkar nehatine tomarkirin, xelk jî ne piştrast in ka kî birîkarekî destûrdar e û kî ne destûrdar e. Em dixwazin van arîşeyan çareser bikin, û dema ku prose bi dawî bû û hevbeşên me ji encamên proseyê piştrast bûn, em ê hingê dîsa dest bi programê bikin. Ev nayê wateya ku tiştekî me li dijî xelkê wê deverê heye. Bi rastî bi hezaran hemwelatiyên Domînîkayê ji wê deverê ne û em kêfxweş in ku di van çend salan de beşdarî wê bernameyê bûne û hemwelatiyên Domînîkayê ne.
Rûdaw: Bi rastî ev yek ji pirsên min bû: Tu dibêjî bi hezaran kes, gelo ti jimarek li ber destê te heye ka çend kes ji Herêma Kurdistanê li vir hemwelatî ne?
Emmanuel Nanthan: Hejmareke diyarkirî li ber destê min nîne. Em hejmara ti navçeyekê belav û eşkere nakin. Hejmara me heye, lê niha ne li ber destê min e. Ez dikarim bibêjim ku hejmareke zêde ji şêniyên wê deverê xwedî welatîname ne û kêfxweş in ku ew hemwelatiyên baş ên Domînîkayê ne.
Rûdaw: Dilgiraniyên we tenê girêdayî bazarkirin û reklamkirina bernameyê ne, yan dilgiraniyên we yên din jî hene ku bûne sedema rawestandin û şopandinê?
Emmanuel Nanthan: Wek min behs kir, bangewazî û reklamkirin yek ji sedeman e, lê di heman demê de hûrbînî jî girîng e. Kompanyayên me ne kêfxweş in bi hin tiştên ku li wir diqewimin, lewma em ê bişopînin û em ê neçar bin bernameyê rawestînin heya em tiştên ku em ji wan razî ne ji holê rakin û wê çaxê em ê dîsa dest pê bikin.
Rûdaw: Bila ez eşkeretir biaxivim, min bihîstiye ku belgeyên sexte yek ji sedemên rawestandina bernameyê bûn. Gelo ti belgeyên sexte ji Herêma Kurdistanê bûne sedema ragirtina programê?
Emmanuel Nanthan: Erê, ev yek ji wan tiştan e ku şirketên me yên hûrbîniyê em jê haydar kirin, û dibêjin em ji hin kesên ku ji wê deverê tên ne piştrast in. Erê, ev yek ji sedemên sereke ye.
Rûdaw: Di dema proseya şopandinê de, hûn ê çi bikin bi kesên ku berê bûne hemwelatiyên Domînîkayê? Gelo hûn ê şopandinê ji bo wan jî bikin? Yan wan kesan li xwe digire ku daxwazên nû pêşkêş dikin?
Emmanuel Nanthan: Tenê wan kesan li xwe digire ku daxwazên nû pêşkêş dikin, kesên bûne hemwelatî li xwe nagire. Derbarê belgeyên sexte jî, piraniya wan ji hêla şirketa hûrbîniyê ve hatine eşkerekirin û em jî dixwazin ji vê mijarê piştrast bibin. Yên ku bûne hemwelatiyên Domînîkayê, dê her bi wî awayî bimînin û mîna her hemwelatiyekî din ên Domînîkayê azad in.
Rûdaw: Ew belgeyên sexte, gelo hejmarek heye ku tu bikarî behs bikî?
Emmanuel Nanthan: Na, na, na
Rûdaw: Ango tu nikarî behs bikî.. baş e te got ku hûn ê dîsa dest pê bikin, gelo demeke diyarkirî ji bo destpêkirina bernameyê heye?
Emmanuel Nanthan: Demeke diyarkirî nîne. Şirketên me xwestine ku em demekê bidin wan da ku proseyê bişopînin û pêşniyarên xwe ji me re amade bikin. Ev niha berdewam e û em hêvîdar in ku demeke zêde jê re ne hewce be. Dibe ku em di nava çend mehan de ji nû ve dest pê bikin, lê em dixwazin kesên ku daxwazan pêşkêş dikin pir haydar bin bi kîjan birîkarî re tev bigerin, ji ber ku em dixwazin piştrast bin kesên ku reklamê ji bo programa me dikin, bi wî awayî bikin ku em bi xwe dikin. Welatîname û paseport bi rêya veberhênanê bernameyeke bilind e û reklamkirina jê re bi awayekî neguncaw, li ba me ne destûrdar e.
Rûdaw: Gelo ti birîkarekî we yê destûrdar li Herêma Kurdistan û Iraqê heye? Gelo hûn dixwazin ku tenê yek birîkarê destûrdar hebe?
Emmanuel Nanthan: Em li benda kompanyayên hûrbîniyê ne ji bo ku pêşniyarên xwe bikin û em ji bo her pêşniyarekê amade ne. Em dixwazin piştrast bibin ku kesên ku reklamê ji bernameyê re dikin ne xapînok in û ji hêla me ve wek birîkarên destûrdar têne naskirin.
Rûdaw: Di proseya we ya şopandinê de, hûn çawa piştrast dibin ka kî hemwelatiyê Herêma Kurdistanê ye? We di biryara xwe de behsa navê çend cihên taybet kiriye, wek Hewlêr û Silêmaniyê. Lê eger kesek hemwelatiyê Herêma Kurdistanê be û li Bexdayê ji dayik bûbe, gelo dikare niha daxwazê pêşkêş bike?
Emmanuel Nanthan: Bi baweriya min, em di destnîşankirina deverên cihê dilgiraniyê de pir zelal bûn, ji ber ku şirketên hûrbîniyê pir bi zelalî ew cih destnîşan kirin. Lewra, her kesê bixwaze xwe ji wê tedbîrê vedize, dê rasterast were destnîşankirin, çimkî kesên ku şopandinê ji bo me dikin, kesên şehreza ne li wê deverê, ji ber vê yekê derewkirin, bi awayekî otomatîk û rasterast dibe sedema redkirina daxwaza hemwelatîbûnê.
Rûdaw: Ev çend roj in ez li Domînîkayê me. Ez gelek kesan dibînim ku qala wê bernameyê dikin. Projeyên niştecihbûnê, navendên tenduristiyê û balafirgeh li vir hene. Gelo bi çi awayî mifaya programa CBI ji bo Domînîkayê heye?
Emmanuel Nanthan: Ev nêzîkî 30 salî ye programa CBI berdewam e. Me ji Adara sala 1993an ve dest bi vê bernameyê kir. Em yek ji kevintirîn û demdirêjtirîn bernameyên cîhanê ne. Bi gelemperî, me mifayeke mezin ji bernameyê wergirtiye. Piştî bahoza sala 2017an, serokwezîr soz da ku Domînîka bike welatê yekem di rûbirûbûna guhertinên avûhewayê de, beşa zêde ya vê jî bi rêya bernameya CBI bû. Piştî bahozê, me karî xaniyan ava bikin û şoreşekê di warê niştecihbûnê de pêk bînin. Piştî bahozê, me karî xaniyan ava bikin û şoreşekê di warê niştecihbûnê de pêk bînin. Me nêzîkî 5 hezar yekîneyên niştecihbûnê ava kirin ku dikarin bi bûyerên avûhewayê re rûbirû bibin. Mifaya wan yekîneyan ji her kesî re hebû li hemû deverên Domînîkayê. Mijara Kovîd û tenduristiyê mijareke din a Domînîka û hemû cîhanê ye jî, me karî 13 navendên tenduristiyê yên nû vekin û em lêdixebitin çend navendên din jî ava bikin. Her wisa em ê di demeke nêzîk de nexweşxaneyeke nû jî ku ne zêde dûrî vir e vekin, ku her bi rêya vê bernameyê hatiye çêkirin. Dîsa bi rêya programa CBI ve me karî dibistan û rê û piran ava bikin. Em niha mijûl in heft otêlên pêncstêrkî çêdikin. Li gor min, tu li ti devereke din a wekhev di hejmara şêniyan û rûberê de, projeyên bi vî awayî nabînî ku hemû bi alîkariya bernameya CBI tên kirin. Program alîkariya me dike da ku aboriya me pirreng be û em veberhênerên biyanî bi awayekî rasterast bînin nav warê geştûguzarê. Ji ber pêşveçûna ku di sektora avahî û xaniyan de heye, me karîbû şirketên biyanî bînin da ku li Domînîkayê bixebitin, ji ber vê yekê em neçar man karkeran ji cihên din bînin da ku li vir kar bikin. Di warê perwerdeyê de, wek ku serokwezîr soz daye, divê di her malekê de kesekî derçûyê zanîngehê hebe, bi piranî jî ev yek bi saya bernameya CBI dibe. Dîsa bi saya vê bernameyê ye ku hejmareke mezin ji xelkê me diçin zanîngehên cîhanê. Lewma, bi rastî program ji me re diyariyeke xwedayî ye û sûda wê digihe her kesê li Domînîkayê. Tu wan hemî cihên xweşik li vir dibînî, tu balafirgehê dibînî. Kesên ku wan deran birêve dibin di nav bernameya karkirina niştimanî de ne ku derfetên kar ji ciwanan re peyda dike ji bo ku ezmûnê peyda bikin, ne tenê di sektora geştyarî de, lê di warê perwerde, bank, sazî û dezgehên dewletê û şirketên bîmeyê de jî. Diravên van hemûyan ji hêla bernameya CBI ve têne dabînkirin. Em çend ji van karan dikin û qazanc jî ji hemûyan re ye. Bernameyeke me ya taybet ji bo kesên bitemen heye ku em pereyan didin xelkê ji bo guh bidin kesên salmezin li ser giravê da ku bi tenê nemînin, malên wan paqij bin, cilên wan paqij bin û xwarina wan a rojane hebe. Lewra CBI digihe ciwan, salmezin, kesên diçin dibistanan û yên ku pêdiviyên wan ên tenduristî hene. Bername karê mezin ji bo me kiriye û gihîştiye her dereke aboriya Domînîkayê.
Rûdaw: Tê gotin qaşo wek mînak kesekî hilberîn kiriye û xaniyek kiriye, lê ew xênî hatiye firotin bi kesekî din û piştre jî bi kesekî din hatiye firotin. Ango bi awayekî xerab bikaranîn wê veberhênanê li vir, li Domînîkayê hatiye kirin?
Emmanuel Nanthan: Ev cara yekem e ku ez vê dibihîzim, bername destûrê nade vê yekê. Ji bo ku tu bibî hemwelatî bi du rêyan dibe, rasterast bi rêya hukûmetê di nav Bernameya Veberhênana Rasterrast a Biyanî, yan bi rêya sektora xaniyan, wek nimûne, tu dikarî li otêlekê wek Marriott, Kempinski û Hiltonê veberhênanê bikî û bibî hemwelatiyê Domînîkayê. Divê bi kêmanî tu dema 3 yan 5 salan xwediyê wan pişkan bî, paşê tu dikarî wan bifiroşî. Tişta ku tu behs dikî bi ti awayî di programê de nayê pejirandin.
Rûdaw: Bila em vê ji temaşevanên xwe re zelal bikin; eger, bo nimûne, tu ji 200 hezar yan 250 hezar dolaran ku dike 100 hezar dolarên amerîkî hilberînê di otêlekê de bikî, gelo tu dikarî piştî sê-pênc salan wê pişkê bifiroşî û pereyan werbigirî û tu her wek hemwelatî jî dimînî?
Emmanuel Nanthan: Erê. Li gorî bernameyê, heke tu hilberînê di sektora xaniyan de bikî, cihên ku rizamendî li ser wan hatiye dan, tu dikarî piştî sê salan pişkê bifiroşî, lê heke tu piştî pênc salan bifiroşî, kesê ku ji te dikire dikare bibe hemwelatiyê Domînîkayê, lê piştî 3 salan kiryar nikare bibe hemwelatî. Ew pişk di nav sektora taybet de dibin, bo nimûne li otêlan yan balafirgehekê, lewma tu dikarî pişkê bifiroşî, lê tenê piştî sê salan, piştî pênc salan kesê ku ji te dikire dikare bibe hemwelatî.
Rûdaw: Ji bo ku tu bikarî beşdarî wê bernameyê bibî, ew daxwaz çi ne ku divê tu wan bi cih bînî? Her wisa kesên ji Herêma Kurdistana Iraqê kengî dikarin careke din forma daxwaziyê pêşkêş bikin?
Emmanuel Nanthan: Divê ew kes 18 salî be, xwediyê dahateke zêde be, em daxwaza belgeya bankê ji bo dema du salan dikin, ji bo nirxandina rewşa dahat û darayî ya wî kesî, em proseya hûrbîniyê ji bo wî kesî dikin, her wisa em li rapora tenduristî û CV-iya wî kesî, cihê karkirin û dibistana wî dinêrin. Kesên me li wir hene ku agahiyan didin me, wêneyên mal û cihên karkirinê ji me re dişînin û hevdîtinan bi wan kesan re dikin ku bi wî kesî re çûne dibistanê, her wiha hevdîtinan bi hevkarên wî kesî re dikin. Divê em piştrast bibin ku di banka wî de ti pevguhertinên nediyar û nezelal çênebûne û em zanyariyên xwe bi rêya yekîneyên xwe yên saloxgerî li cîhanê piştrast dikin. Piştî ku ev hemû saxlem derdikevin, êdî rizamendî li ser tê dan û dibe hemwelatî.
Rûdaw: Te bersiva vê pirsê neda min. Tu çiqasî pêşbînî dikî ji bo wê ragirtinê, şeş meh salek yan du sal?
Emmanuel Nanthan: Bi baweriya min, min ji pêşî ve bersiva vê da ku em li bendê ne bersivek ji şirketên hûrbîniyê bigihe destê me. Ez nikarim demeke destnîşankirî bibêjim, lê ez hêvîdar im pir dirêj neke.
Rûdaw: Gelek spas
Emmanuel Nanthan: Gelek spas ji bo hatina we. Em ji bo we û gelê Iraqê hêviya xweşiyê dixwazin. Ji kerema xwe dilê xwe ji me negirin, em tenê dixwazin piştrast bibin ku bernameya me ji bo wan kesan e ku ji wan re hatiye danîn. Spas ji bo hatina we. Ez hêvîdar im ku hûn demeke xweş li ser giravê derbas bikin; demeke xweş bi keskahî, çem, kulîlk û hemî bedewiyên Domînîkayê re derbas bikin.
Rudaw
