• Monday, 23 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê: Artêş û Pêşmerge bi hev re Mûsil rizgar kirin

Serokwezîrê Iraqê: Artêş û Pêşmerge bi hev re Mûsil rizgar kirin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro bi serdanekê gihîşt parêzgeha Neynewayê û ligel fermandarên leşkerî û ewlekariyê civiya.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê belav kir, Kazimî îro roja yekem a cejna Qurbanê serdana Mûsilê kir û di civînekê bi fermandarên leşkerî û ewlekariyê re, behsa rewşa bajêr kir û tekezî li bicihbûna aramî û ewlehiyê kir.

Di wê derbarê de Serokwezîrê Iraqê li Twittera xwe nivîsî: “Hêzên me berî 5 salan bajarê Mûsilê kirin. Mûsil di demên dijwar re derbas bû, lê belê xweragirt.”

Destnîşan kir jî: “Mûsil ji aliyê qehremanên artêşa Iraqê, Dijeteror, Polîsa Federal, Pêşmerge û tevahiyê hêzên ewlehiyê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.

 

K24

Top