• Monday, 23 February 2026
logo

Rayedarekî payebilind ê Îranê bi tometa “kar li dijî ewlehiya welêt” kiriye hat girtin

Rayedarekî payebilind ê Îranê bi tometa “kar li dijî ewlehiya welêt” kiriye hat girtin

Medyaya Îranê belav kir, Cîgirê Wezîrê Navxwe yê berê yê di hikûmeta Mihemed Xatimî de û yek ji kesayetiyên diyar ên reformxwazên Îranê hat desteserkirin.

Ajansa Mêhr a îranî ragihand, Tajzade bi tohmeta “kar li dijî ewlehiya welat kiriye û derew ji bo tevlihevkirina raya giştî belav kirine” hatiye girtin.

Tajzade di serdema serokatiya Mihemed Xatemî de, demekê Cîgirê Wezîrê Navxwe bû.

Çavdêrên karûbarên Îranê dibînin ku ev girtin bi mebesta kêmkirina rexneyên tund ên li rejîma Îranê yên ji hundir û derve tên kirin e.

Rayedarên Îranê piştî xwepêşandanên sala 2009’an ên li dijî sextekariya hilbijartinê jî, Tajzade girtibû û 7 salan di girtîgehên rejîmê de mabû.

 

 

K24

Top