Li Helebê şer di navbera grûpên çekdar û hêzên Kurdî de derket
Li çeperê şer ê Hirbil-Marih li bakurê Helebê, şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye û hêzên Kurdî de derket, hevdem hêzên Tirkiye gundên Şehbayê li derdorê topbaran kirin.
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 8ê Tîrmehê li çeperê şer ê Hirbil-Marih li bakurê Helebê, şer di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye û hêzên Kurdî de derket, hevdem hêzên Tirkiye gundên Şehbayê li derdorê topbaran kirin.
7ê Tîrmehê jî 7 gundên navçeya Şehbayê ku hêzên Kurdî û yên hikûmetê li wan dimînin ji aliyê hêzên Tirkiye hatibûn topbarankirin.
Rudaw
