• Monday, 23 February 2026
logo

Li Iraqê du kesên din bi nexweşiya taya xwînê mirin

Li Iraqê du kesên din bi nexweşiya taya xwînê mirin

Li Iraqê 2 kesên din bi nexweşiya taya xwînê mirin û zêdetirî 20 haletên Kolêrayê jî hatin tomarkirin.

Berdevkê wezareta tenduristiya Iraqê, dr. Seyf Bedir ji K24 re gotiye, 3 haletên din yên taya xwînê hatin tomarkirin û 2 pêketiyên wê nexweşiyê jî mirin.

Dr. Seyf Bedir her wiha gotiye, bi vî rengî hejmara kesên ku heta niha li Iraqê bi taya xwînê ketine, gihîşt 230 kesan û hejmara miriyên wê nexweşiyê jî gihîşt 38 kesan.

Wî berpirsê Iraqî daye zanîn, 21 haletên nû yên nexweşiya Kolêrayê jî hatine tomarkirin ku 10 kes li Kerkûkê ne.

Li gorî amarên fermî, heta niha 160 haletên Kolêrayê li Iraqê hatine tomarkirin û du kes jî pê mirine.

 

Top