HDPê bi peyama Çareseriyê kongreya xwe ya pêncem saz kir
5emîn Kongreya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqere ya paytexta Tirkiyê hate lidarxstin û di encamê de jî Mithat Sancar û Pervîn Buldan careke din weke hevserokên HDPê hatine helbijartin. Di kongreyê de endamên encumena partiyê jî hatine helbijartin. Mithat Sancar û Pervin Buldan di kongreyê de amaje bi rêyên çareserkirina Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirin û rêbazên demokrasiyê, diyalog, siyaseta demokratîk û parlamento weke adresa çareseriyê nîşan dan.
Li salona kongreyê ala kurdistanê hate bilindkirin û pankartên bi Kurdî û Tirkî hatin daliqandin, ji Başurê Kurdistanê jî beşek siyasetmedar di dema kongreya HDPê de li salonê amade bûn.
Parlementerê HDPê Alî Kenanoglu di salona kongreyê de ji Rûdawê re behsa pirsgirêkên li pêşiya HDPê kir û got, “Weke hun dizanin dozeke girtinê li ber derê me ye. Ji ber wê me nexwast di nava civakê de dengoyên cuda cuda hebin, me zêde guhertinek kir em naxwazin di vê proseyê de li ser partiyê zêde gotegot bêne kirin.”
Di kongreyê Hevserokên HDPê gotarên xwe pêşkêş kirin. Hevserokê HDPê Mithat Sancar di gotara xwe de behsa proseya detnîşankirina berbijêrê serokomariyê jî kir. Sancar weke peyamek ji bo 6 partiyên Tifaqa Millet diyar kir ku ew ne dûrî fikra berbijêrê hevpar in.
Sezaî Temellî, Hevserokê berê yê HDPê behsa peyama sereke ya kongreya 5an a HDPê kir û ragihand, “Peyama sereke ya kongerya me “ Çareserî” ye. kêşeyên tirkiyê ku ji aliyê partiyên kevneperest ve nehatine çareser kirin dê ji aliyê HDPê ve bêne çareser kirin. Em dizanin ku li Tirkiyê yek pirsa herî girîng ku pêwîste were çareser kirin pirsa Kurda ne. Çareseriya pirsa kurdî ji bo tirkiyê û ji bo Rojhilata Navîn gellek giring e.”
Serokê PDK- T, Mehmet Emîn Kardaş jî hêvî dike ku êdî Kurd û partiyên Kurdan yekîtiya xwe ava bikin. Mehmet Emîn Kardaş wiha ji Rûdawê re axivî: “Em hêvîdar in ku piştî vê kongreyê her kes û hemû Kurd û siyaseta kurdan û partiyên kurdan yekîtî û hevpariye xwe ava bikin.”
Di kongreya HDPê de ji Başurê Kurdistanê, Ewropa û ji gellek welatên cuda cuda nêzîkî 100 kesayetî û nûnerên partiyên siyasî weke mêvan beşdar bûn.
Rêber Îsmaîl wek nûnerê Partiya Şiyûî (Komonîst) ya Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê ve tevli kongreyê bûbû û di peyamekê de ragihand, “Em serkevtinê ji bo HDPê dixwazin, HDP di şertekî dijwar de ye. lê yekgirtina wan û karên endamên wan ez dibînim ku rojên geş li pêşiya wan in. Em serkevtinê ji bo wan dixwazin.”
Ebdullah Nazenîn jî wek şanda Bizûtneweyî Rizgarî Demokratî Kurdistan di kongreya HDPê de amade bû û ragihand, “Em zor xweşhalin ku di vê kongreyê de amade bûn. Hêviya serkevtinê ji bo wan dixwazin.”
Di kongreya pêncem a HDPê de encumena partiyê ku ji 100 kesên sereke û 50 kesên yedek pêk tê, hate helbijartin. Di heman demê de lijneyeke şêwirmendan ya 43 kesî jî ku zêdetir ji niviskar û hunermend û aktîvistan pêk tê hate damezrandin.
Rudaw
