Serkirdeyekî PDKê: PKKê heta niha derbek jî li dijminên kurdan nedaye
Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, heta niha PKKê derbek jî li dijminên Kurdistanê nedaye lê rojane ziyanê digehîne kurdan.
Endamê serkirdetiya PDKê, Bilind Îsmaîl li ser xirabkariyên PKKê ji BasNewsê re got, PKK ji her neyarekî zêdetir dixwaze yekrêziya kurdan xirab bike. PKKê heta niha çi kiriye bo xelkê Bakur? Ma qey PKK dê li Mexmûr, Metîna, Qendîl, Şingal, Zap û Karoxê xizmeta xelkê Bakur bike?!
Bilind Îsmaîl her wiha got, armanc û siyaseta PKKê ew e ziyanê bigehîne berjewendiyên kurdan û li ku destkeftekî kurdan hebe, PKK dixwaze xirab bike. Niha jî dixwaze Herêma Kurdistanê lawaz bike û bibin alternatîfa desthilata Herêma Kurdistanê.
Wî endamê serkirdetiya PDKê da zanîn, xema PKKê tenê qazanca madî ye û bo wê jî bazirganiya madeyên hişber dibe, ji welatên biyanî re sîxuriyê dike. Tişta ku qedexe ye, PKK dike. PKKê heta niha derbek li dijmin nedaye. Berovajî, ziyanek mezin gihandiye doza kurd li Başûr, Rojhilat û Rojava.
Basnews
