Li Şingalê kî daxwaza azadiyê bike tê terorkirin!
Aktîvîstekî xelkê Şingalê dibêje, kî li Şingalê daxwaza azadiyê bike tê terorkirin.
Aktîvîstê êzîdî Xeyrî Zîban ji BasNewsê re got, ji ber kuştin û terorkirinê em nikarin derbasî nav Şingalê bibin. Her kes li Şingalê xwepêşandanê bike û daxwaza azadiyê bike tê terorkirin. Ev jî bûye metirsî li ser jiyana êzîdiyan bi taybet aktîvîstên êzîdî.
Wî aktîvîstê êzîdî da zanîn, demekî beriya niha kesekî bi navê Ehmed Husên li Xanesorê hat terorkirin ku kadroyekî PDKê bû. Du roj berê jî aktîvîstekî din bi navê Cemîl Silêman hat terorkirin. Ev nîşan dide her kes li Şingalê daxwaza azadiyê bike tê terorkirin.
Xeyrî Zîban da xuyakirin, komên çekdar aktîvîstan dikujin da ku xelkê Şingalê nekarin vegerin ser cih û warê xwe û Şingal berdewam aloz bimîne, ji ber ku di berjewendiya wan de ye.
Parlementerê êzîdî li parlementoya Iraqê, Mehma Xelîl jî ji BasNewsê re got, her kesê ku daxwaza aştî û pêkvejiyanê li Şingalê bike, tê terorkirin. Ev pilaneka metirsîdar e û divê çareyek jê re were dîtin.
Basnews
