• Monday, 23 February 2026
logo

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Ji      Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û xwediyê madalyaya Barzaniyê Nemir, Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ez sersaxiyê li malbata têkoşerê naskirî û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û xwediyê madalyaya Barzaniyê Nemir, Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî dikim û hevbeşê xema wan im.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Rehmetî Mihemed Emîn Dergeleyî pêşmergeyekî qehreman ê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê û yek ji yawerên Barzaniyê Nemir bo Yekîtiya Sovyetê bû. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî.”

Top