Brîtanya 1 miliyar dolar hevkariya Ukraynayê dike
Serokwezîrê Brîtanyayê li civîna NATOyê ev yek eşkere kir.
Duhê di civîna NATOyê de, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku vê Brîtanya di warê perwerde kirin, pirçek kirin û locistîkî de hevkariya Ukraynayê li dijî Rûsyeyê dike.
Johnson herwiha eşkere kiriye ku vê Brîtanya bi qasî 1 miliyar û 200 miliyon dolar hevkariyên din yên leşkerî pêşkêşî Ukraynayê bike û ev hevkariyên han vê rewşa eniyên şer di navbera Rûsye û Ukraynayê de biguherin.
