Serokwezîr peyameke hevxemiyê pêşkêşî Şahê Urdinê kir
Li bendera Eqebe teqînek çê bibû.
Duh Sêşem 28ê Hezîranê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber bûyera bendera Eqebe ku bibû sedema can ji dest dan û birîndar bûna hijmareke welatiyan, peyameke hevxemî û sersaxî name pêşkêşî Şahê Urdinê Şah Ebdulah duyem kir.
Di peyama han de Serokwezîr sersaxî daye malbet û kesûkarên qurbaniyên bûyerê, gelê Urdinê û hêviya başbûna bilez jî bo birîndaran xwestiye.
Li hember de Şah Ebdulahê duyem spas û rêzdariya xwe û gelê Urdinê bo pirsename û Serokê hikûmetê diyar kiriye.
Weke tê zanîn duhê li bendera Eqebe ya Urdinê tankereke kîmiyayî teqî bû û di encam de 15 welatî canê xwe ji dest dabûn û 25 kes jî birîndar bibûn.
