• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî: Ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikim tawanbar sizaya yasayî ya tawana xwe werbigre

Serok Barzanî: Ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikim tawanbar sizaya yasayî ya tawana xwe werbigre

Serok Mesûd Barzanî ji ber şehîdbûna herdu mamosteyên zanîngehê, Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan peyameke sersaxiyê ragihand û ji aliyên pêwendîdar daxwaz kir, tawanbar were darizandin.

Peyama Serok Barzanî ya ji ber şehîdbûna her du mamosteyan wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Gelek xemgîn û dilgiran im bi şehîdbûna Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan ku îro di rûdaneke tawankarî de canên xwe ji dest dan û şehîd bûn.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkar û heval û nasên her du şehîd û hemû akademîkar û mamostayên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im hedar û aramiyê bi malbat û kesûkarên wan bibexşîne.

Daxwaz ji aliyên peywendîdar dikim tawanbar sizaya yasayî ya tawana xwe werbigre û herwiha rêkarên pêwîst li ber bigrin bo ku tawan û naheqiyên bi vî awayî êdî dubare nebin.

Mesûd Barzanî

28.06.2022

 

K24

Top