• Monday, 23 February 2026
logo

Kujerê du mamosteyên zanîngeha Selahedînê hat desteserkirin

Kujerê du mamosteyên zanîngeha Selahedînê hat desteserkirin

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û çavkaniyekî ji Asayişa Hewlêrê ji Rûdawê re ragihandin, kujerê Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê û mamosteyekî din ê heman zanîngehê beriya kêliyekê hat desteserkirin.

Îro di bûyereke teqekirinê de, xwendekarekî teqe li Dekanê Kolêja Yasayê ya Zanîngeha Selahedîn Dr. Kawan Îsmaîl Gerdî û Dr. Izet Heme Xan kir û di bûyerê de her du mamosteyan canê xwe ji dest dan.

Çavkaniyekî ji Polîsê Hewlêrê jî ji Rûdawê re piştrast kir ku kujer hatiye desteserkirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê Sîdad Leşkirî bi dest xistine, kujer li nêzîk xaleke kontrolê ya Asayişa Mela Omer hatiye desteserkirin.

 

Rudaw

Top