• Monday, 23 February 2026
logo

Li Agirî lehî rabû: 19 xanî di bin avê de man

Li Agirî lehî rabû: 19 xanî di bin avê de man

Li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û li 3 gundan 19 xanî di bin avê de man û hejmarek zeviyên çandiniyê zerar dîtin.

Li 3 gundên ser bi navçeya Bazîdê şeva borî ji ber barana zêde lehî rabû û li Karabulak 15, li Gurbulak 3 û Bardakli jî xaniyek bi giştî 19 xanî di bin avê de man û beşeke zêde ya zeviyên çandiniyê jî ji ber ava zêde zerar dîtin.

Herwiha ji ber lehiyê çûn û hatina otomobîlan jî zehmet bûye.

Li gor agahiyan tîmên agirvemirandinê û yên girêdayî Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li cihê bûyerê dest bi kar û xebatan kirine. Lê heta niha çiqas zerar û ziyan çêbûne nexuya ye.

 

Rudaw

Top