• Monday, 23 February 2026
logo

Li Amerîkayê 46 koçber di kamyonekê de bi mirî hatin dîtin

Li Amerîkayê 46 koçber di kamyonekê de bi mirî hatin dîtin

Li bajarê San Antonio yê eyaleta Teksasa Amerîkayê 46 kesên ku tê texmînkirin koçber in, di kamyonekê de mirî hatin dîtin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê de hatin weşandin, li bajarê San Antonio yê 46 kesên ku tê texmînkirin koçber in, di kamyoneke terkkirî de mirî hatin dîtin. Hat diyarkirin ku di nav miriyan de zarok tunene.

Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya San Antonioyê ragihand ku 4 jê zarok bi tevahî 16 kes rakirin nexweşxaneyê.

Tê texmînkirin kesên di kamyonê de hewl dane bi rêyên derqanûnî derbasî Amerîkayê bibin.

Serokê beşa agirkujiyê ya navçeyê Charles Hood got ku kesên bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê nîşanên germbûna hebûn.

Rayedaran her wiha ragihandin ku klîmayên kamyona ku taybetiya wê ya veguhestina sar heye nexebitî û di hundir de av tunebû.

Li gorî nûçeya BBCê, polîsan 3 kesên ku tê texmînkirin eleqeya wan bi bûyerê re heye, desteser kirin.

Heta niha neteweya kesên mirî hêj ne diyar e.

San Antonio 250 kîlometre dûrî sînorê Meksîkayê ye.

 

 

Rudaw

Top