Li Hewlêrê konferansek taybet derbarê madeyên hişber de birêve diçe
Îro 28.06.2022yê li bajarê Hewlêrê konferansek bi serenava ‘’Konferansa Madeyên Hişber û ew metirsiya li pêş herkesê’’ birêve diçe û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di konferansê de beşdar dibin.
Li gor zanyariyên BasNewsê konferans dê rojekê berdewam bike û du panel dê têde birêve biçin û berdevkê hikûmetê jî dê gotarekî pêşkeş bike.
Li gor zanyariyên BasNewsê di panela yekem de Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî û berpirsê bersivdana raportên navnetewî Dîndar Zêbarî û rêveberê giştî yê tekoşîna hember madeyên hişber Lîwa Keywan Azad dê biaxivin û di panela duyem de jî Desteya Mafê Mirov û Wezareta Kar û Karûbarên Civakî û pisporek dê biaxivin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber metirsiya madeyên hişber biryar da ji bo vekirina navendekî çareseriya bikaranînerên madeyên hişber.
Armanca konferansê giringîdana bi metirsiya madeyên hişber û cîhbicîh kirina biryara serokê hikûmetê ya ji bo vekirina navenda çareseriya bikaranînerên madeyên hişber e.
