Li Herêma Kurdistanê ezmûnên pola 12 dest pê kir – 27 hezar qutabî beşdar in
Li seranserî Herêma Kurdistanê ezmûnên qutabiyên pola 12 di sê beşan de dest pê kir.
Îro danê sibê li Herêma Kurdistanê, ezmûnên qutabiyên pola 12 di beşên zanistî, wêjeyî û pîşeyî de dest pê kir.
Bi giştî 27 hezar qutabî beşdarî wan ezmûnan dibin.
Wezîrê perwerdeya Kurdistanê dr. Alan Heme Seîd serdana holeka ezmûnan kir û ragehand, bila qutabî bi dilekî xweş û bi piştrastî beşdarî ezmûnan bibin ji ber ku tedbîrên tund li hember saxtekarî û karên ne qanûnî hatine girtin.
Basnews
